Li Xezzeyê bi dehhezaran çadir di bin avê de man

Li Xezzeyê bi dehhezaran çadir di bin avê de man

Ji ber barana zêde ya ku li Xezzeyê barîya bi dehhezaran çadir di bin avê de man, tê destnîşankirin ku 288 hezar malbat jî di bin şert û mercên felaketê de jiyana xwe derbas dikin.

Ev bû sê roj e li Xezzeyê baranek dijwar dibare, rewşa însanîyeta xerab roj bi roj xerabtir dibe.

Ofîsa Medyaya hikûmeta li Xezzeyê diyar kir ku digel agirbestê ji Xezzeyê re alîkarî têne astengkirin, bi tevî baranê ev felaketa ku hebû zêdetir dibe.

Hat destnîşankirin ku li herêmê ji ber baranê bi dehhezaran baran di bin avê de man, 288 hezar malbat jî di bin şert û mercên felaketê de jiyana xwe derbas dikin. Hat îfadekirin ku niha bi lezgînî lazimatî ji 300 hezar çadir an jî xanîyên prefabrîk re heye.

Tê îfadekirin ku niha li Xezzeyê felaketekî mezin a însnaî tê jiyandin, digel vêya û agirbestê jî alîkarî têne astengkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.