
Li Xezzeyê di nav 48 seatan de 90 Filistînî şehîd bûn
Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, diyar kir ku êrîşên rejima îşxalker hêna jî berdewam dikin, di encama êrîşên ku nav 48 seatên dawîn hatin lidarxistin de 90 kes şehîd bûn, 605 kes jî birîndar bûn.
Wezaretê îfade kir ku hejmarê şehîdên li Xezzeyê derket 55 hezar û 297 kesan, hejmarê birîndaran jî gihîşt 128 hezar û 426an.
Di dema ku belavkirina alîkarîya însanî êrîş hatîye kirin de jî di nav 48 seatên dawîn de 29 sîvîl şehîd bûn, ji 380ê zêdetir sîvîl jî birîndar bûn.
Bi tevî vana hejmarê mirovên ku di xebata alîkarîyan de şehîd bûne derket 274 kesan, hejmarê birîndaran jî gihîşt 2 hezar û 532 kesan. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.