Li Xezzeyê felaketa birçîbûnîyê: 235 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li gorî daneyên ku hikûmetê daxuyand, li Xezzeyê ji ber polîtîkaya birçîhiştina rejima sîyonîst 106 jê zarok 235 Filistînî şehîd bûn. 1,2 milyon zarok bi kêmxwarina giran dijîn.
Çapemenîya hikûmeta Xezzeyê, daxuyand ku polîtîkaya birçîhiştina sîstematîkî ya ku rejima sîyonîst dimeşîne, herêmê kirîye nav felaketekî ku di dîrokê de tiştekî ewakî nehatîye dîtin. Li gorî daxuyanîyê, 2,4 milyon sîvîl ku di nav wan de 1,2 milyon zarok in bi birçîbûnî û kêmxwarineke ciddî re rûbirû ne.
Li gorî daneyên Wezareta Tendurstîyê, heta niha ji ber birçîhiştinê û kêmxwarinê 235 kes şehîd bûne. Di nav vê hejmarê de jî 106 jê zarok, 19 jê pîrek û 35 jê jî ji 18 salî jortir in hene.
Daneyên ku hatine parvekirin nîşan dide ku 40 hezar pitik jîyana wan ji ber kêmxwarinê di nav talûkeyê de ye, 250 hezar zarok jî di bin rîska mirinê de ne.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku van reqeman nîşan dide ku rejima sîyonîst birçîbûnîyê wek çekekî bikartîne û ev jî îxlala hiqûqa navneteweyî ye, hemî van tiştan jî dikeve nav sûca qirkirinê. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.