Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 50 hezar û 810 kesan
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 50 hezar û 810 kesan û 115 hezar û 688 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristîyê yê Xezzeyê bi daxuyanîya ku belav kir got ku di encama êrîşên 24 seatên dawî de neaşên 58 şehîdên din jî ji nexweşxaneyan re hatin anîtin û bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku li Xezzeyê şehîd ketin derket 50 hezar û 810 kesan.
Di 19ê Kanûna 2025an de di encama rêkeftina di navbera HAMAS û rejîma îşxalker de agirbest hatibû îmzekirin.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku ji 18ê Adarê û vir ve ku dagirkeran agirbest binpê kir, hejmara şehîdan gihiştiye hezar û 449 kesan û hejmara birîndaran jî gihiştiye 3 hezar û 647 kesan.
Di 24 saetên dawî de bi giştî 58 cenazeyên şehîdan rakirin nexweşxaneyan.
Ji meha Cotmehê heta niha di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê de 50 hezar û 810 kes şehîd bûn û 115 hezar û 688 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.