Li Xezzeyê hejmarê şehîdan bû 65 hezar û 344
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 65 hezar û 344an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 166 hezar û 765 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 61 şehîd û 220 birîndar hatin gihandin.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Li gorî daneyên Wezareta Sihhetê ji 18ê Adara 2025an vir ve 12 hezar û 785 kes şehîd bûne û 54 hezar û 754 kes jî birîndar bûne.
Herwiha, hejmara kesên ku ji destpêka êrîşan ve di alîkariya mirovî de jiyana xwe ji dest dane gihaştiye 2 hezar û 523 kesan û hejmara kesên birîndar jî gihîştiye 18 hezar û 496 kesan.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên parastina sivîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.