
Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 51 hezar û 439an
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê bênavber êrîşên xwe didomîne, di encama wan êrîşan de hejmarê şehîdan derket 51 hazar û 439an, hejmarê birîndaran 117 hezar û 416 kesan.
Wezareta Tenduristî ya Filistînê ya li Xezzeyê, daxuyand ku di nav 24 seatên dawîn de li Xezzeyê 84 şehîd û 168 birîndar ji nexweşxaneyê re hatin anîtin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji 18ê Adaraê vir ve 2 hezar û 62 kes hatin şehîdkirin, 5 hezar û 416 kes jî hatin birîndarkirin.
Ji 7ê Cotmehê vir ve jî hejmarê şehîdan derket 51 hezar û 439an, hejmarê birîndaran jî derket 117 hezar û 416an. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.