Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 314an
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê bênavber êrîşên xwe didomîne, di encama wan êrîşan de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 314an, hejmarê birîndaran 117 hezar û 792 kesan.
Wezareta Tenduristî ya Filistînê ya li Xezzeyê, daxuyand ku di nav 24 seatên dawîn de li Xezzeyê 71 şehîd û 153 birîndar ji nexweşxaneyê re hatin anîtin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji 18ê Adaraê vir ve 2 hezar û 222 kes hatin şehîdkirin, 5 hezar û 751 kes jî hatin birîndarkirin.
Ji 7ê Cotmehê vir ve jî hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 314an, hejmarê birîndaran jî derket 117 hezar û 792yan. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.