Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 680an

Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 680an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 680yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 137 hezar û 409 kesan.

Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 105 şehîd û 530 birîndar hatin gihandin.

Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 7 hezar û 118 kes şehîd bûn, 25 hezar û 368 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.

Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.

Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.