Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 61 hezar û 369an
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 61 hezar û 369an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 152 hezar û 850 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 39 şehîd û 491 birîndar hatin gihandin.
Di nav 24 seatên dawîn de jî ji ber birçîbûnî û kêmxwarinê 11 kes şehîd bûne û bi tevî vêya li Xezzeyê tev de 212 kes ji birçîna û kêmxwarinê şehîd bûne, ji wan 98 kes zarok in.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.