Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 65 hezar û 174an
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 65 hezar û 174an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 166 hezar û 71 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 33 şehîd û 146 birîndar hatin gihandin.
Hat ragihandin ku di êrîşên artêşa îşxalker ên ji 18ê Adarê ve û vir ve, ku agirbesta li Xezzeyê di 19ê Çileyê de hatibû îmzekirin binpê dikin, 12 hezar û 622 sivîl şehîd bûne û 54 hezar û 30 kes jî birîndar bûne.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de li Şerîda Xezzeyê ji ber birçîbûn û kêmbûna xurekê çar kesên din, ku yek ji wan zarok e, mirine.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên parastina sivîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.