Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 65 hezar û 419an

Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 65 hezar û 419an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 65 hezar û 419an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 167 hezar û 160 kesan.

Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 37 şehîd û 175 birîndar hatin gihandin.

Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.

Hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de li Şerîda Xezzeyê ji ber birçîbûn û kêmbûna xurekê 2 kesên din, wefat kirine. Hejmara kesên ku ji ber birçîbûne wefat kirine derketiye 442 kesan.

Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.

Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên parastina sivîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.