Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 71 hezar û 271 kesan

Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 71 hezar û 271 kesan

Hejmara qurbaniyên êrîşên artêşa îşxalker a li ser Xezzeyê di 24 saetên dawî de 2 kes zêde bû û gihîşt 71.271 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên dawî de, cenazeyên 2 Filistîniyan, ku yek ji bin xirbeyan hatiye derxistin, û kesekî birîndar ji ber êrîşên artêşa îşxalker bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji dema destpêkirina agirbestê ve, 416 kes hatine kuştin, 1153 kes birîndar bûne û 683 cenaze ji bin kavilan hatine derxistin.

Hejmara şehîdan di êrîşên rejîma sîyonîstî li ser Xezzeyê di Cotmeha 2023an de wek 71 hezar û 271 û hejmara birîndaran jî wek 171 hezar û 233 hatiye qeydkirin.

Tevî agirbesta li Xezzeyê hatîye kirin jî, artêşa îşxalker hema hema her roj bi hincetên cûrbecûr êrîşan li dijî Filistîniyan pêk tîne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.