Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 71 hezar û 455an

Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 71 hezar û 455an

Artêşa îşxalê, li Xezzeyê êrîşên xwe didomîne, di encama êrîşan de 71 hezar û 455 Filistînî şehîd bûn.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê ve hat belavkirin, di encama êrîşên artêşa îşxalê de di nav 24 saetên dawîn de 12 şehîd û 18 birîndar ji nexweşxaneyan re hatin anîtin, hat îfadekirin ku 2 cenaze ji bin kavilan hatine derxistin in.

Hat îfadekirin ku ji 10ê Cotmeha 2025an vir ve ku agirbest ket merîyetê 463 Filistînî şehîd bûn, 1269 Filistînî jî birîndar bûn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.