Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 74 hezar û 615 kesan
Hejmara şehîdên Filistînî di êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst de ku di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kirin, gihîştiye 74 hezar û 615 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 899 kesan.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFA, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hejmara giştî ya şehîdên Filistînî gihîştiye 74.615an. Hejmara birîndarên di êrîşan de wekî 175.899 hatiye qeydkirin.
Li gorî rapora herî dawî ya ku ji hêla çavkaniyên tenduristiyê ve hatiye weşandin, di 48 saetên dawî de şeş şehîd û 27 birîndar ji nexweşxaneyên li Şerîda Xezzeyê re hatine veguhastin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.