Li Xezzeyê ji birçîna 6 kesên dinê jî şehîd bûn

Li Xezzeyê ji birçîna 6 kesên dinê jî şehîd bûn

Wezareta Tenduristîyê ya Xezzeyê, daxuyand ku di nav 24 seatên dawîn de 6 kesên dinê jî ji birçîna û kêmxwarinê canê xwe ji dest dan, di nav mirîyan de zarokek jî heye.

Li gorî daneyên Wezaretê, hejmarê mirîyên ji birçîna û kêmxwarinê mirine gihîş 367 kesan; ji van jî 131 kes zarok in.

Wezaret, destnîşan kir ku ji îlana xwe ya IPC a sala 2025an vir ve 89 kesan canê xwe ji dest dane, di nav mirîyan de 16 zarok jî hene.

Rayedaran, radighînin ku li Xezzeyê bi taybetî di nav zarok û pîrekên bargirî de pirsgirêkên ciddî yên xwarinê têne jîyandin, ji ber netemînkirina xwarin û desteka tenduristîyê dibe ku hejmarê mirîyan jî zêde bibe. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.