Li Xezzeyê ji hevkarên rejima sîyonîst re derbe: 6 xaîn hatin îdamkirin

Li Xezzeyê ji hevkarên rejima sîyonîst re derbe: 6 xaîn hatin îdamkirin

Yekîneya “Radî”yê li Xan Yûnisê, şaneyek îstîxbaratê ku ewlehiya navxweyî tehdît dikir, ji hev xist. Şeş kes, di nav wan de Yaser Ebû Şebab, ku tê gotin serokê tora hevkar e jî hatin îdamkirin.

Yekîneya "Radî", avahiya ewlehiya navxweyî ya berxwedanê li Şerîda Xezzeyê, di operasyoneke taybet de ku roja Yekşemê hat lidarxistin, toreke ku tê gotin bi hêzên îşxalker re îstîxbaratê parve dikirin, hedef girt.

Di operasyona li garaja Refahê ya Xan Yûnisê de, şeş kes hatin îdamkirin, di nav wan de Yaser Ebû Şebab, ku tê gotin serokê torê ye jî hebû.

Li gorî daxuyaniyekî ji yekîneya RADÎ, di çarçoveya operasyonê de Jîpek Toyota, ku tê bawerkirin ku xizmeta îşxalkeran dikir, jî hatiye îmhakirin. Wesayît "di çalakiyên şikdar ên ku xizmeta dijmin dikirin de" dihat bikaranîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev operasyon wekî beşek ji tolhildana şervanên berxwedanê yên ku ji teref îşxalê ve hatine şehîdkirin û ji bo parastina ewlehiyê li cepheya navxweyî hatiye kirin. "Çavên Radî qet ranazin. Tu xayînekî ku xiyanetê li dîn û gelê xwe bike dê li Xezzeyê ewle nebe. Lîsteyên xayînan vekirî ne, û astengkirin dê berdewam bike,"

Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, di şerê qirkirinê yê li ser Xezzeyê de ku ji hêla hêzên îşxalker ve bi piştgiriya bêsînor a Emrîkayê ve tê meşandin, zêdetirî 204 hezar Filistînî, ku piraniya wan jin û zarok in, şehîd bûne an jî birîndar bûne. Zêdetirî 9 hezar kes hêna jî winda ne, û krîza birçîbûnê bi dehan kesan canê xwe ji dest daye. Neteweyên Yekbûyî hişyar dike ku pergala mirovî li ber hilweşîna tevahî ye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.