Li Xezzeyê krîza birçîbûnîyê kûr dibe: Candayîn zêde dibe
Rayedarên tenduristîya Xezzeyê, daxuyand ku di nav 48 seatên dawîn de hejmarê mirîyên ku ji birçîna mirine derket 20 kesan. Heta niha jî, piranîya wan zarok herî kêm 86 kes ji birçîna şehîd bûne.
Ji ber dorpêça rejima îşxalker li Xezzeyê mirinên ji birçîna zêde dibin, sazîyên navneteweyî hişyarîya xelayê didin.
Rayedarên Tenduristîya Xezzeyê, diyar kirin ku di nav 48 seatên dawîn de hejmarê mirîyan derket 20 kesan. Di hejmarê mirovên ku di kolanan de nan û arvan digerin û ji birçîna dixemin jî zêde ye.
Rayedarên Filistînê, diyar kirin ku van mirinan ji ber polîtîkayên birçîhiştina rejima îşxalker pêk têne.
Di hefteyên dawîn de sîvîlên ku li ber “Sazîya Alîkarîya Însanî ya Xezzeyê” ku ji teref Emrîkayê ve tê piştgirîkirin jî têne hedefgirtin.
Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê Dr. Munîr El-Berş got, “Însanan di orta kolanan de dikevin erdê, rewş gelek vahîm e. Kêmasîya xwarinê mirinan zêdetir dike.”
Tora Sazîyên Civaka Sîvîl a Xezzeyê jî, hişyarî da dibe ku di setaên pêş de bi taybetî zarok bimrin.
Dibe ku bi fermî xela bê îlankirin
Berdevkê Bernameya Xwarina Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî Abir Atîfe, got ku heger têketinên alîkarîyê bêne astengkirin ew ê xelaya li Xezzeyê ji meha Îlonê pê ve were îlankirin.
Her çiqas jî NY bi fermî xelayê îlan nekiribe jî çavdêrin Filistînî hem jî yên navneteweyî fikrên wan yek in ku şert û mercên xelayê çêbûne.
Ropartorê Taybet ê Mafê Xwarin ê NYyê Michael Fakhri got, “Me di dîroka Modern de tiştekî ewa birçîhiştina sîstematîkî nedîtîye.”
Ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve rejima sîyonîst, li Xezzeyê herba îmhayê ya komî didomîne. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.