Li Xezzeyê qetlîam berdewam dike: 64 şehîd
Di êrîşa li Deyr el-Belahê ya ji teref rejima îşxalker ve hat lidarxistin de 5 Filistînî şehîd bûn, gelek kes birîndar bûn, doh heta êvarê 64 kes li Xezzeyê şehîd ketin.
Êrîşên bênavber ên rejima îşxalker bû sedema qetlîamekî nû. Di seatên êvarê de li Deyr el Belahê êrîşek asîmanî hat lidarxistin, di encamê de 5 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Çavkanîyên mehellî îfade dikin ku dikana merengoz a Ebu Remezan en-Neccarê bi ÎHAyan hat hedefgirtin. Mirovên birîndar ji Nexweşxaneya Şehîdên el-Eqsayê re hatin rakirin.
Çavkanîyên tendiristîyê destnîşan kirin ku doh heta êvarê 64 şehîd ji nexweşxaneyan re hatin anîtin.
Li herêmên cuda yên Xezzeyê nexweşxanee, îstasyon û konê ku sîvîl di nav de bûn hatin hedefgirtin.
Li başûrê Xan Yûnisê jî 2 Filistînîyên ku li benda alîkarîyêbûn şehîd ketin.
Ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê 66 hezar û 97 kes şehîd bûn, 168 hezar û 536 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.