
Li Xezzeyê qetlîam berdewam dike: Di êrîşa rejima sîyonîst de 8 jê zarok herî kêm 14 şehîd
Rejima sîyonîst, li herêmên cuda yên Xezzeyê êrîşên xwe didomîne. Tenê di nav 24 seatên dawîn de li Xan Yûnis û Deyr el-Belahê 8 jê zarok herî kêm 14 Filistînî şehîd bûn.
Di roja 80emîn a qirkirina li Xezzeyê de hedefgirtina sîvîlan berdewam dike. Di encama êrîşên ku nav 24 seatên dawîn hatin lidarxistin de piranîya wan zarok 14 Filistînî şehîd bûn.
Li Taxa Zeytûna Xezzeyê malekî hat hedefgirtin û di encamê de zarokek qîzîn şehîd bû, gelek kes jî birîndar bûn.
Li Deyr Belahê jî balafireke bêmirov a rejima sîyonîstan jî êrîşî malekî kirin û zarokek şehîd bû, gelek kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku konên ku sîvîl tê de dijîyan jî hat hedefgiritn û herî kêm 6 Filistînî şehîd bûn.
Li Xan Yûnisê jî konekî dinê hat hedefgirtin, li gorî diyarîyên ewil 5 kes birîndar bûn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.