Li Yemenê protestoya şewitandina Qur’anê

Li Yemenê protestoya şewitandina Qur’anê

Xelqê Yemenê şewitandina Qur’anê ya li Stockholma paytexta Swêdê protesto kir.

Walîyê Saadeyê Muhammed Cabîrê ku di dema protestoyê de axivî, diyar kir ku ew şewitandina Qur’anê bi şekleke tund şermezar dikin.

Cabîr di axavtina xwe de weha got, “Ev çalakî, parçeyeke ji fealîyetên xerab yê welatên Rojavayî a li ser pîrozên Misilmanan û Îslamê ye.”

Tevgera Ensarullahê Yemenê jî ji şewitandina Qur’anê a ji teref sîyasetmedarên Swêdî re bertek nîşan da.

Tevgera Ensarullah yê ku bêedebîya ji Qur’anê re hat kirin şermezar kir, ew çalakîya provokatîf bi gotinên “Neyartîya ji Îslam û Misilmanan re” nirxand.

Di daxuyanîya ku ji teref Ensarullahê ve hat dayîn de weha hat gotin, “Çalakîyên li dijî mekanên Îslamî û pîrozên Îslamî yê li Rojavayê, serfiraznebûna sîyasî û exlaqî yê hikumetên rojavayî nîşan dide.”

Di daxuyanîyê de, bal hat kişandin ku hikumeta Swêdê gerek encamên ev êrîşa bêedeb û bêmesul qebûl bike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler