Li Zeytînbûrnûya Stenbolê avahîyekî hilweşîya: 3 wesayît bûn xwelî

Li Zeytînbûrnûya Stenbolê avahîyekî hilweşîya: 3 wesayît bûn xwelî

Li Zeytînbûrnûya Stenbolê avahîyekî ku di çarçoveya veguherîna bajarê de hatibû valakirin bana wî hilweşîya. Parçeyên ku ji avahîyê ketin xwarê, li ser serê wesayîtan ket û wan belawela kir.

Bûyer, doh di saet 23.00an de li Kolana 57emîn a Taxa Yeşîltepeyê pêk hat.

Hat îfadekirin ku avahî ji xwe di çarçoveya veguherîna bajarê de hatibû valakirin û derî û pacên wî jî hatibûn derxistin. Avahî 5 qatî bûye û ji hêla banê ve hilweşîn çêbûye.

Di encamê de 3 wesayît di bin parçeyên banê de mane û bûne wek xwelîyê.

Ji ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê re xeber hatin şandin û ew ji herêmê re hatin sewqkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.