Lijneya Herêma Kurdistanê li Bexdayê zîyaretan kir

Lijneya Herêma Kurdistanê li Bexdayê zîyaretan kir

Lijneya ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanîjêre pêşvantî dikir çû Bexdayê. Lijne li Bexdayê bi Serokwezîr, Serokkomar û Serokê Meclîsa Iraqê hevdîtinan kir.

Meseleya budçeyê di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de bûbû sedema gelek nîqaşan.

Lewra Hikûmeta Navendî ya Iraqê budçeya Herêma Kurdistanê bi temametî neşandibû ku ev yek bûbû sebeba xwepêşana mamoste û memûran.

Piştî van geşedan û bûyeran lijneya ku Serokowezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanîjêre pêşîvantî dikir çû Bexdayê û hevdîtinan kir.

Lijneya ku di nav de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talabanî, Wezîrê Îqtîsad û Malîyê Away Şêx Cenab û Serokê Dîwana Lijneya Wezîran Omed Salah hebû li balafirgeha Bexdayê bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Huseyîn re hevditInek kir. Di hevdîtinê de meseleyên rojane hatin nirxandin.

Lijne dûre bi Serokwezîrê Iraqê Muhammed Sûdanî re hevdîtin kir. Di hevdîtina ku hat kirin de heqên Herêma Kurdistanê yên qanûnî hatin gotûbêjkirin.

Her wisa di hevdîtinê de meseleya budçeyê ya ku heqê Herêma Kurdistanê ye lê bi temametî nayê dayîn hat nirxandin.

Serokowezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Iraqê Muhammed Sûdanî re bi Serokomarê Iraqê û bi Serokê Meclîsê re hevdîtinan kir.

Hat hînbûn di van hevdîtinên ku musbet derbas bûn de rageşîyên dawî û pêwendîyên her di hikûmetan hatin gotûbêjkirin. Di hevdîtinan de her wisa hat xwestin mafên qanûnî yên Kurdan û Herêma Kurdistanê ji wan re bê dayîn.

Hat ragihandin rayedarên ku bi wan re hevdîtin hat kirin destek dane fikr û ramanên Serokowezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanîyê ku di bergeha ziyaretan de Hadî El Amîrî û her wisa Nurî El Malîkîyê Serokwezîrê berê yê Iraqê re jî hevdîtinan kir û di warê dayîna heqên Herêma Kurdan de destek ji wan teleb kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî hevdîtinên ku li Bexdayê bi rayedarên hikûmetê û her wisa bi serokê partîyên siyasî re kir re daxuyanî da û hevdîtinan nirxand.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî destnîşan kir hevdîtinên wan baş derbasbûne û ew hêvîdar in ku problemên heyî bên çareserkirin û weha got:

“Me çendin civîn ligel Serokwezîrê Iraqê û Serokkomar û Serokê Parlamentoya Iraqê û serkirdeyên siyasî kir û me du pêşniyar pêşkêş kirine ku yek ji wan demdirêj e û ya din demkurt e. Pêşniyara demdirêj bi yasaya budceyê û sererastkirina beşek ji madde û birgeyên wê ve girêdayî ye, ku ji bo vê yekê demeke dirêj divê û di siberojê de li ser vê mijarê biaxivin. Pêşniyara demkurt jî ew ê roja yekşema bê, 17ê Îlona 2023an, ji aliyê Encûmena Wezîran a Iraqê ve biryar li ser vê mijarê were dayîn û hêviya me ew ê ku ev hewldan bibin qerar û xelkê Herêma Kurdistanê bigihin mafên xwe. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.