Maduro bi keştiyeke herbê a Emrîkayê ber bi New Yorkê ve tê veguhestin

Maduro bi keştiyeke herbê a Emrîkayê ber bi New Yorkê ve tê veguhestin

Wêneya ewil a Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro, ku piştî êrîşa Emrîkayê hatibû revandin, derket holê.

Artêşa Amerîkî şevekê êrîşek li ser Caracasa paytexta Venezuelayê, da destpêkirin. Dengê teqînan li Caracas hat bihîstin û dû ji bajêr bilind dibû.

Artêşa Emrîkayê Serokê Venezuelayê Maduro û jina wî revandin û ew birin keştiyeke şer a Emrîkayê.

Serokê Emrîkayê Donald Trump wêneyekî Maduro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir. Di wêneyê de Maduro bi dest û çavên girtî tê xuyang kirin.

Trump diyar kir ku Maduro dê were New Yorkê û got ku li New Yorkê li dijî Maduro û jina wî doz hatiye vekirin. Wî got, "Ew niha li ser keştiyekê ne û têne New Yorkê; wî bi helîkopterê birine keştiyê." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.