
Malîyeta Trump ji Îmaratê re bû 1,4 trîlyon dolar
Fatoreya Serokê Emrîkayê Donald Trump ê ji Îmaratê re giran bû, Trump destnîşan kir ku ew ê di nav 10 salan de ji Îmaratê re qasî 1,4 trîlyon dolar veberhênanan bike.
Trumpê ku di çarçoveya zîyareta xwe ya li Rojhilata Navîn de çû Îmaratê, li Qesra El Watana Abû Dabîyê bi Serokê Dewleta Îmaratê Muhammed bîn Zayîd Al Nahyan re hat cem hev.
Trump, di daxuyanîya ku bi Nahyanê re tenê kir de weha got, îfade kir ku ew ê Îmarat ji Emrîkayê re qasî 1,4 trîlyon dolarî veberhênanan bike.
Trump îfade kir ku ji siberoja Emrîkayê re soza 10 trîlyon dolar veberhênanan standîye û ew ê van veberhênanan jî di pêşveçûna eqlê çêkirî û sektora înformatîk de feydeya wî hebe.
Trumpê ku emîn e ew ê di navbera Emrîka û Îmaratê de têkilî pêşve biçin, ji Al Nahyanê re weha got, “Hûn welatekî dewlemend in, hûn dikarin hilbijêrin lê ez dizanim ku hûn tu dem ji min naqetin.”
Al Nahyan jî ji Trumpê re ji bona ku dostîtî û hevkarîyên xwe yên stratejîk nîşan bidin nîşana dewletê dayê. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.