Mehdî el-Meşat: Ji bo balafirên rejima sîyonîst talûke dest pê dike

Mehdî el-Meşat: Ji bo balafirên rejima sîyonîst talûke dest pê dike

Serokê Konseya Sîyasî ya Bilind ê Yemenê Mehdi el-Meşat weha got, “Em ji bo balafirên sîyonîstên dijmin xwedî qabîlîyetek in. Di demeke nêz de em ê derheqê van balafiran de geşedanîyên kêfxweş bi gelê xwe re parve bikin.”

Serokê Konseya Sîyasî ya Bilind ê Yemenê Mehdi el-Meşat, li hember êrîşdarîya rejima sîyonîst di warê hewa û behrê de tedbîrên leşkerî yên nû daxuyand.

El-Meşat diyar kir ku ew bi taybetî rêyên behr û hewa yên ku îşxalkeran li dijî Yemenê êrîşan pêk tînin wek “herêmekî bi talûke” îlan kirine û got, “Rêyên ku sîyonîstê dijmin li dijî welatên me êrîşan pêk tîne, ji bo hemû şîrketên hewa û behrê bi rîsk in. Dûrketina şîrketan a ji van rêyan ji bo ewlehîyê girîng e.”

Meşat îfade kir ku Hêzên Çekdarî yê Yemenê, xwedîyê qapasîteya hedefgirtina wesayîtên hewa yê dijmin e, ew ê van midexeleyan jî trafîka behr û hewa ya herêmê tesîrdar neke.

Mehdî el-Meşat, îfade kir ku sîstemên parastina hewayê ya Yemenê amade ye:

“Em xwedîyê qabilîyeta midexeleya balafirên sîyonîstên dijmin in. Em ê di demeke nêz de derheqê van balafiran de xeberên kêfxweş ji gelê xwe re parve bikin.”

Serokê Yemenî, diyar kir ku ew ê di demeke nêz de balafirên herbê yên rejima sîyonîst bibin hedefên sîstemên parastina hewayê, “Ew ê di demeke nêz de balafirên dijmin di warê gel de bibin meselok.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.