Mela Ebdulqudus Yalçin: Werin em van rojan ku Şeva Qedrê di nav xwe de dihewînin binirxînin

Mela Ebdulqudus Yalçin: Werin em van rojan ku Şeva Qedrê di nav xwe de dihewînin binirxînin

Cîgirê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Ebdulqudus Yalçîn, derbarê girîngiya şevên tek ên 10 rojên dawî yên meha Remezanê de axivî û diyar kir ku divê ev şev bi hêviya dîtina Şeva Qedrê baş bên nirxandin.

Em ketine 10 rojên dawî yên meha Remezanê ku Şeva Qedrê ya ji hezar mehî bixêrtir e di nav xwe de dihewîne. Cîgirê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Ebdulqudus Yalçîn, derbarê girîngiya suneta îtîkafê ya ku di şevên tek ên 10 rojên dawî de tê edakirin, şîretên Pêxemberê me (s.a.w) û dîtinên ulemayan ên li ser Şeva Qedrê agahî dan. Yalçîn bang kir ku ji bo ew kêliya taybet neyê windakirin, divê ev roj bi îbadet, dua û tazarûyan bên derbaskirin.

"Pêxemberê me tu carî suneta îtîkafê terk nekiriye"

Mela Ebdulqudus Yalçîn, derbarê îtîkafê de agahiyên giştî dan û wiha got:

"Wekî tê zanîn em di 10 rojên dawî yên meha Remezanê de ne. Pêxemberê me (eleyhîsselatu wesselam) di van 10 rojên dawî de dikete îtîkafê. Dayika me Hezretî Ayîşe vê yekê ji me re radigihîne. Dema 10 rojên dawî yên Remezanê dihatin, Pêxemberê me xwe ji xanimên xwe dûr dixist û di mescîdê de dikete îtîkafê. Van 10 rojan bi îtîkafê derbas dikir û tu carî ev suneta îtîkafê terk nekiriye. Ji ber wê yekê, îtîkaf suneteke pir girîng e ku Pêxemberê me terk nekiriye; yanî suneteke muekkede ye."

Mela Ebdulqudus Yalçîn behsa pêwîstiya îtîkafê jî kir û wiha got:

"Bi rastî jî hewcedariya her misilmanekî heye ku di salê de carekê be jî bikeve îtîkafê. Çunkî ev îtîkaf dibe wesîle ku mirov di mescîdê de xwe bi temamî ji dinyayê û mijûlahiyên dinyewî rizgar bike û bi şêwazekî xweş li ser Perwerdekarê (Rabbê) xwe tefekkür bike. Belê, em di îtîkafê de çi dikin? Em an nimêjên nafîle dikin, an Qur’ana Pîroz tîlawet dikin, an zikir dikin, an ji bo xwe û hemû ummeta Îslamê dua dikin, an jî li ser qudret, sîfet û mezinahiya Rebbê xwe kûr dibin (tefekkür dikin). Ji ber vê yekê, îtîkaf bi rastî jî suneteke pir girîng e."

"Heke em nikaribin hemûyan bikin, qet nebe di şevên tek de bikevin îtîkafê"

Mela Ebdulqudus Yalçîn bal kişand ser wê yekê ku ji bo îtîkafê demeke diyarkirî nîn e û mirov dikare di her roj û saeta salê de bi niyetkirinê di mizgeftekê de bikeve îtîkafê. Wî derbarê dîtina Şeva Qedrê de ev agahî parve kirin:

"Şert nîn e ku mirov tenê di Remezanê de bikeve îtîkafê, her dem mirov dikare bikeve îtîkafê. Lê belê, Pêxemberê me (eleyhîsselatu wesselam) ji bo dîtina Şeva Qedrê û ji bo ku rastî wê were, bi wê hestê di van 10 rojên dawî de dikete îtîkafê. Çunkî Pêxemberê me ferman kiriye û gotiye: 'Li Şeva Qedrê di 10 rojên dawî yên meha Remezanê de bigerin.' Helbet, gelo Şeva Qedrê teqez di 10 rojên dawî de ye an na, ew zennî ye (bi guman e) lê bi îhtîmaleke mezin di 10 rojên dawî de ye. Di nav van 10 rojên dawî de jî di şevên tek ên wekî 19, 21, 23, 25, 27 û 29an de muhtemel e. Dibe ku ji ber hinek rîwayetên bihêztir, wekî mînak şeva 27an bêtir meşhur bûye. Mesela Îmam Şafî (rehmetullahi eleyh) bi taybetî li ser şeva 21an bêtir sekiniye; piştî wê jî îhtîmala şeva 23an bêtir dîtiye. Lê alimên din bêtir îhtîmal dane ser şeva 27an."

Mela Ebdulqudus Yalçîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha cih da van îfadeyan:

"Lê belê, heke mirov bikaribe van 10 rojên dawî bi temamî di mizgeftê de bi îtîkafê derbas bike, ev ya herî xweş e. Înşallah ew ê rastî wê were û mirov ê Şeva Qedrê îdrak bike. Ji ber wê yekê, ji bo ku mirov van 10 rojên dawî bi îtîkafê derbas bike, mayîna di mizgeftê de tiştê herî rast û îbadeta herî bedew e. Bi taybetî, heke em nikaribin hemûyan bikin jî, divê qet nebe di van şevên tek de em di mizgeftê de bikevin îtîkafê û bi vî şêweyî Şeva Qedrê îdrak bikin."

Mela Ebdulqudus Yalçîn bi ayetên kerîme bal kişand ser girîngiya Şeva Qedrê û wiha axivî:

"Rebbê me Celle Celaluhu sureyekî taybet daxistiye: Sureyê Qedrê. Di wî sureyî de Rebbê me Celle Celaluhu, ji bo ku girîngiya Şeva Qedrê ji Pêxemberê me û bi ser de jî ji hemû mirovan û misilmanan re ragihîne, bi pirsa 'Tu dizanî Şeva Qedrê çi ye?' dest pê dike. Piştre jî ferman dike û dibêje: 'Şeva Qedrê ji hezar mehî bixêrtir e.'"

"Ew 24 saet, şeveke wusa ye ku rehmeta Xwedê Teala bi xurînî lê dibare"

Mela Ebdulqudus di derbarê nirxandina van şevan de şîretên xwe wiha parve kirin:

"Jixwe temenê gelek mirovan nagihîje hezar mehî. Lê belê heke mirov rastî wê şevê were û bi niyeta wê şevê îbadet bike, înşallah ew ê sewaba hezar mehî qezenc bike. Heta carinan hinek şaşfêmkirin çêdibin. Yanî kesek hebe ku qet nimêj nake û bibêje 'Ez ê di wê şevê de nimêjeke ferz bikim, bi vî awayî hemû nimêjên min ên ferz dê bikevin cihê xwe.' Ev yek şaş e. Sewabên li wir cuda ne. Nexwe, tiştên ku Xwedê Teala ferz kirine divê teqez bên kirin û rojî jî bên girtin."

Mela Ebdulqudus Yalçîn axaftina xwe wiha bi dawî kir:

"Piştî ku mirov hemû ferzên xwe bi cih anî, êdî sewaba îbadetên din ên nafîle ji hezar mehî bixêrtir e. Di wê şevê de milyaket ligel Cebraîl (e.s) dadikevin ser rûyê erdê. Ji ber wê yekê, wekî ku di ayeta kerîme de hatî ferman kirin, ew şev heta berbangê (fecrê) ye; ku alimên me dibêjin roja wê jî girêdayî wê ye. Nexwe, ew 24 saet demeke wusa ye ku rehmeta Xwedê Teala bi xurînî (bol bol) lê dibare. Demeke pir taybet û mutesna ye. Rebbê min Celle Celaluhu, me û hemû ummeta Îslamê û birayên me yên misilman ji sewab, xêr û bereketa wê bêpar nehêle û me jê feydedar bike."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.