Merhaleya yekem a PKKê dev ji çekê xwe berdan temam bû

Merhaleya yekem a PKKê dev ji çekê xwe berdan temam bû

Li gorî agahîyan, di çarçoveya pêvajoya bêçekkirina PKKê de, komek endamên PKKê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê çekên xwe şewitandin.

Merhaleya yekem a pêvajoya bêçekkirina PKKê pêk hat. Komek endamên PKKê li nêzîkî navçeya Surdaş a Silêmanîyê li şikeftekê kom bûn û agir berdan qazanek mezin ku tê de çekên wan hebûn.

Pêvajoya bêçekkirina rêxistinê ji aliyê gelek rojnamevan, nivîskar û siyasetmedarên ji Tirkiye, Herêma Kurdistanê û Iraqê ve hate şopandin.

Tê texmînkirin ku pêvajoya bêçekkirina tevahî ya rêxistinê heta dawiya Îlonê biqede. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.