Mesrûr Barzanî: Bi bawer bin Herêma Kurdistanê bihêztir dibe

Mesrûr Barzanî: Bi bawer bin Herêma Kurdistanê bihêztir dibe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, helwesta wêrekiya welatparêzan ji aliyekî ve û bêrûmetiya niştimanfiroşan ji aliyekî din ve dê di dîrokê de were tomarkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hîsabê xwe yê medyaya civakî Twîtterê peyamek belav kir û di wê peyama xwe de weha got, “Helwesta wêrekiya welatparêzan ji aliyekê ve û bêrûmetiya xayinan ji aliyekî din ve wê di dîrokê de were tomarkirin. Her kes piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê dê bihêztir dibe û em dest ji mafên xwe yên destûrî bernadin.”

Ev peyama Mesrûr Barzanî yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser bûyera proseya dengdanê li ser projeyasaya bûdceya federalî ya sala 2023, 2024 û 2024ê ku di parlamentoya Iraqê de birêve diçe ye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.