Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Banka Cîhanî kir

Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Banka Cîhanî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Banka Cîhanî ya bi serokatiya Rêveberê Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Jean-Christophe Carret kir.

Di civînê de herdu aliyan li ser kar û projetên hevbeş ên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Banka Cîhanî yên di warê avakirina jêrxan, rê û ban, karûbarên civakî û îdarî û darayî de gotûbêj kirine.

Herwiha di civînê de tekezî li ser girîngiya pêşvebirina hevkarî û hevahengiya di navbera herdu aliyan de û piştevanîkirina çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybet di warên aktîvkirina sîstema bankî û dîjîtalkirina xizmetên giştî hatiye kirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler