
Mesrûr Barzanî û Alparslan Bayraktar li ser îxracata petrola Kurdistanê gotûbêj kirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazîya Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar kir û di wê hevdîtinê derheqê rakirina astengiyên li pêşiya îxracata petrola Kurdistanê ya li ser rêya Bendera Ceyhanê gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar û lijneya bi wî re pêşwazî kir.
Di hevdîtinê de meseleyên weke peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkîyê, bihêzkirina hevkariyên di warê enerjiyê de û rakirina astengiyên li pêşiya îxracata petrolê hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat ragihandin, her du alî li ser wê yekê li hev kirine ku di zûtirîn dem de karê hevbeş ji bo destpêkirina îxracata petrola Kurdistanê ya li ser rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê bê destpêkirin.
Ji nû ce destpêkirina îxracata petrolê, ji bo pêşveçûna abûrîya Herêma Kurdistanê û Iraqê gelek muhîm e. Hevkariya enerjiyê ya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de wek gaveke stratejîk tê dîtin ku ew ê bibe sedema aramiya aborî ya herêmê. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.