Mesûd Barzanî bi Ehmed Şara re bi telefonê axivî
Serokkomarê Sûrîyeyê Ahmed El-Şara bi Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî re bi rêya telefonê axivî û di wê hevdîtinê de li ser pêşketinên dawî yên li herêmê û rêbazên xurtkirina aramî û ewlehiyê axivîn.
Di vê hevdîtinê de, El-Şara piştrast kir ku hemû mafên Kurdan, tevî mafên wan ên neteweyî, sîyasî û sîvîl, hatine garantîkirin. Mesûd Barzanî piştgirîya xwe ji bo peymana dawî ya di navbera hikûmeta Sûrîyeyê û Hêzên Demokratîk ên Sûrîyeyê de nîşan da.
Herdu alî li hev kirin ku hevrêzî û şêwirmendiyên hevbeş bidomînin da ku aştî û ewlehî li herêmê garantî bikin û nakokiyan bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hemûyan çareser bikin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.