Mesûd Barzanî bi helkefta bîranîna Raperînê peyamek belav kir

Mesûd Barzanî bi helkefta bîranîna Raperînê peyamek belav kir

Mesûd Barzanîyê Serokê PDKê û Serokê berê yê Herêma Kurdistanê bi helkefta bîranîna Raperînê peyamek belav kir.

Temamê metna peyama Barzanî wisa ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta sîh û duyemîn salvegera raperîna mezina gelê Kurdistanê pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û pêşmergeyên qehreman û hemû xebatgêr û azadîxwaz û niştimanperweran û hemû xelkê Kurdistanê dikim.

Raperîn li sayeya îradeya azadîxwaziya gelê Kurdistanê û qehremaniya pêşmerge û plan û yekrêziya aliyên li nav tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê pêkhat û serkeftinê bi dest ve anî. Raperîn wê rastiyê ji bo dost û dijminan selmand ku sîtemkarî û zordarî tu demekê nikarê îradeya azadîxwaziya li dilê gelê Kurdistanê kêm bike. Raperîn hilgirê biha û armancên bilind bû, ji bo ewe bû gelê Kurdistanê azad bê û jiyaneke serbilindane li welatê xwe da hebê.

Li bîranîna raperînê da hezaran silav ji bo şehîdên raperînê û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê dişînîn û tekez li wê yekê jî dikîn, qewareya Herêma Kurdistanê ku yek ji berhemên raperîna xelkê Kurdistanê ye, destkefteke dîrokî û giranbihaya gelê Kurdistane. Ew destkeft divê bê parastin û bihêz kirin û nabê bi tu awayekê kar ji bo lawazkirin û ji rê derxistina wa biha û armancan bê kirin ku gelê Kurdistanê bi wê navê da raperînê kir.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.