Mesûd Barzanî derbarê rewşa Kerkûkê de peyamek belav kir

Mesûd Barzanî derbarê rewşa Kerkûkê de peyamek belav kir

Serokê PDKê Mesûd Barzanî li ser rewşa Kerkûkê peyamek belav kir û tê de ragihand, rijandina xwîna kurên me yên li Kerkûkê dê berdêleke wê ya giran hebe.

Serokê PDKê Mesûd Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Derbarê rewşa Kerkûkê de, ji heyama çend rojan ve komekê astengî û alozî bi hinceta rêgirtin li vekirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê, rêya di navbera Hewlêr û Kerkûkê de girtine, rê nadin welatî jiyana xwe ya asayî bijîn û rewşeke gelek nebaş û metirsîdar ji bo xelkê Kerkûkê çêkirine.”

Barzanî tekez kir, “Me hertim tekezî li ser wê yekê kiriye ku divê Kerkûk bibe mînaka pêkvejiyan, biratî û yekrêziya di navbera pêkhateyên bajêr de, lê ev reftarên nebicih û neyasayî, hewldanek ji bo derxistina fitne û têkdana pêkvejiyanê ye. Cihê sosretê ye ku di çend rojên borî de hêzên ewlehiyê û polîsên Kerkûkê rê li ber alozî û reftarên neyasayî yên astengkaran negirtine, lê îro li Kerkûkê tundûtûjiyê li dijî xort û xwepêşanderên Kurdên Kerkûkê bikar tînin û xwîna ciwanên Kurd hat rijandin. Ev reftar nayê qebûlkirin û dê encamên gelek xirab bi xwe re bîne, rijandina xwîna kurên me li Kerkûkê dê berdêlên wê yên giran hebin.”

Mesûd Barzanî di dawiya peyama xwe got: “Ez bang li Serokwezîrê Iraqa Federal dikim ku dawî li van astengî û aloziyan bîne û dawî li zilm, cudahî û astengiyan bîne ku rasterast pêkvejiyan û aramiya Kerkûk û navçeyên din dike armanc.”

Ev peyama Barzanî piştî wê tê, welatiyên Kurd ên Kerkûkê 2ê Îlonê nerazîbûna xwe li hember girtina rêya Hewlêr – Kerkûkê di xwepêşandanekê de nîşan didin û daxwaza vekirina rê kirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin teqe li xweşpêşanderan hate kirin û di encamê de kesek mir û 5 kes jî birîndar bûne.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.