Mesûd Barzanî Pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Mesûd Barzanî Pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson Richardson kir

Hevdîtin doh li Selaheddîn hat kirin û Mesûd Barzanîyê Serokê Giştî yê PDKê pêşwaziya Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de David Hunt Konsolê Giştî yê Brîtanya amade bû, guhertinên dawî ya di nav qada siyasî û hilbijartina dawî ya Serok Komariyê hate guftûgokirin û herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e pêngavên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê li gor îstîhqaqata hilbijartinê bê û bi pêwîst jî zanî ew programa ku ji aliyê beşdarbûyên proseya siyasî li ser rêkkeftine, bê bi cîh kirin. Bi awayek ew program wekî nexşerêyek be ji bo rêrewa proseya siyasî ya Iraqê ber bi aramiya siyasî ve.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.