Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsulê Rûsya li Hewlêrê kir

Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsulê Rûsya li Hewlêrê kir

Serokê PDKê Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştiyê Rûsya li Hewlêrê kir.

Hevdîtin doh li Selaheddîn hat kirin û Mesûd Barzanî pêşwaziya Oleg Levin Konsulê Giştiyê Rûsya li Hewlêrê kir ku wî bi mebesta xatir xwestin û dawî hatina erkê xwe serdana Serok Barzanî kiribû.

Di hevdîtinê de Konsulê Giştiyê Rûsya li Hewlêrê spasî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û sazî û rêxistinên dinê Herêma Kurdistanê kir ku di dema derbasbûyî de hevkar û yarmetîder bûne ji bo bi cîhanîna erk û karên wan.

Her di vê hevdîtinê de di derbarê peywendiyên siyasî û aboriyên Herêma Kurdistan û Rûsyayê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser pêşxistina wan peywendiyan kirin.(ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.