Meteorolojî hişyariya barana zêde û aşîtê da

Meteorolojî hişyariya barana zêde û aşîtê da

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ragihand ku li gelek herêman baran tê texmînkirin. Bi taybetî li Şirnex, Colemêrg, Bitlîs, rojhilatê Sêrtê û hinek deverên Wanê baraneke zêde tê texmînkirin.

Li gorî nirxandinên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, tê texmînkirin ku li seranserê welat hewa wê nîv ewrayî heta pir ewrayî be.

Her çiqas di saetên sibê û şevê de li herêmên hundir û rojhilat qeşa û cemed çêbibe jî, li deverên bilind ên hundir ên herêma Rojhilatê Behra Reş û deverên berfê yên Rojhilatê Anadoluyê yên ku berf lê zêde ye talûkeya berfê û şikestina berfê heye.

Li gorî daneyên meteorolojiyê, tê texmînkirin ku germahiya hewayê li herêma Behra Reş ji 3 heta 5 pileyan kêm bibe, lê li herêmên din guhertinek girîng nayê texmînkirin.

Hate diyarkirin ku piştî nîvê şevê li deverên derdora Şirnex, Colemêrg û Bitlîsê, her wiha li rojhilatê Sêrtê û başûr û rojavayê Wanê baraneke zêde tê texmînkirin û ji welatiyan hat xwestin ku li dijî tesîrên xerab baldar bin û tedbîran bigirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.