
Meteorolojî ji bo 30 bajaran hişyarîya “zer” da: Berf, baran û firtûne tê
Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê, ji bo 30 bajaran ku di nav de Stenbol, Îzmîr, Bûrsa û Qocaelî jî hene hişyarîya “zer” da.
Tê texmînkirin ku şilî li benderên Behra Reş (Xeyn ji Sînopê), Stenbol, Bûrsa, Yalova, Qocaelî, Sakarya, Tokat, Gûmûşxane, Baybûrt, Erzîncan û Dêrsimê zêdetir be.
Tê texmînkirin ku di seatên serê sibehê de li alîyê bakurrojhilat û orta welat buz û qeşa çêbibe.
Hat îfadekirin ku li cîhên bilind ên Rojhilata Behra Reş û alîyê bakur aşît jî çêbibe.
Tê texmînkirin ku germahîya hewayê, li giştî welat kêm bibe. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.