Meteorolojî ji bo 42 bajaran hişyariya zer da

Meteorolojî ji bo 42 bajaran hişyariya zer da

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê derbarê barana ku tê texmînkirin bandorê li tevahiya welat bike hişyariyek da. Bi taybetî barana zêde ya li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Tirkiyeyê û metirsiya berf û aşîtê li deverên bilindtir tê berçavgirtin.

Li gorî nirxandinên dawî yên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, li seranserê Tirkiyeyê hewa dê ji nîv ewrî heta pir ewrî be. Li bendê ne ku li gelek herêman, ji bilî bakurê Îzmîrê, barana demkî bibare.

Piraniya baranê dê bi şiklê barana dijwar be, û li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê jî tê texmînkirin ku bahozên belavbûyî bibarin.

Tê texmînkirin ku ji saetên êvarê û pê ve li Dersîm, Çewlig, Agirî, Mûş, başûrê Erziromê û deverên derdora Xarpêtê baran zêde bibe.

Tê texêmînkirin ku germahiya hewayê li herêmên başûr û rojava 4 heta 6 pileyan dakeve, li deverên din jî tê texmînkirin ku bi piranî neguhere. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.