Meteorolojî ji bo 9 bajaran hişyarîya şilîyê kir
Tê texmînkirin ku ew ê îro li 9 bajaran baranek tund bibare, ji bo 9 bajaran hişyarîya bi rengê “zer” hat kirin, û hat xwestin ku bila li hember lehîyê jî welatî baldarbin.
Li gorî texmînên Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê, ew ê seranserê Tirkîyeyê ewr, sahî û şilî be.
Hat ragihandin ku li herêmên Ege, Behra Spî, Rojhilat, Bakur û rojavaya Anadolîya Navîn di seatên êvarê de baran bibare.
Li gorî texmînan piranîya şilîyê jî ew ê li epravên Ege, Kinikan, Hetay, Bêdlîs, Şirnex, derdorê Sîîrt, Wan û Colemêrgê be.
Dibe ku di seatên serê sibehê de li hindirê alîyê Behra Reş û bakurê rojhilat bi mij be.
Bajarên ku ji wan re hişyarîya bi rengê “zer” hat kirin Edene, Aydin, Hetay, Îzmîr, Manîsa, Mereş, Sêrt, Şirnex û Kinikan in. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.