Meteorolojî ji bo tozê hişyarî da

Meteorolojî ji bo tozê hişyarî da

Ji teref Midûriyeta Herêma 15emîn a Meteorolojiyê ve ji bo parêzgehên Diyarbekir, Mêrdîn, Riha, Şirnex û Êlihê ba û bagereke xurt hat ragihandin; Ji bilî van parêzgehan, ji bo Sêrtê jî hişyariya barkirina tozê hat dayîn.

Di daxuyaniye ji teref Midûriyeta Herêma 15emîn a Meteorolojiyê ve hat ragihandin ku îro ji danê nîvro pê ve li navçeyên Çinar, Bismil, Farqîn, Hezro, Lice û Qulpa Diyarbekirê û li temamê Mêrdîn, Riha, Şirnex û Êlihê Êlihê ba û bagereke xurt wê çêbibe.

Her wiha hat ragihandin ku, li temamî bajarên Diyarbekir, Mêrdîn, Riha, Şirnex, Êlihê û Sêrtê barkirina tozê dibe ku bibe.

Ji ber tozê were barkirin, pêwîste rayedarên peywendîdar û welatî li hember tesîrên xerab ên wekî kêmbûna kalîteya hewayê û kêmbûna dîtinê baldar û hişyar bin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.