Meteorolojiyê hişyariya baran û berfê da
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo rojhilat û bakurê welat hişyariya baranê da. Li başûrê rojhilatê Anadoluyê baraneke bihêz tê texmînkirin û li deverên bilind jî talûkeya berfê heye.
Li gorî nirxandinên dawî yên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, li seranserê Tirkîyeyê hewa dê nîv ewrî heta pir ewrî be.
Rayedaran hişyarî dan ku li başûrê rojhilatê Anadoluyê di saetên şevê de baran dê bibare, û ji bo tesîrên xerab hişyarî dan.
Tê texmînkirin ku ba bi gelemperî ji aliyê bakur ve sivik bê, carinan jî bi hêzeke navîn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.