Meteorolojîyê ji bo Êlih, Şirnex, Dîyarbekir û Sêrtê hişyarîya berfê da
Midûriyeta Herêma 15emîn a Meteorolojiyê ji bo Êlih, Şirnex, Dîyarbekir û Sêrtê hişyariya berfê da.
Midûriyeta Herêma 15emîn a Meteorolojiyê ji bo navçeyên Beşiri, Sason û Hezo yên Êlihê, Elkê û Qilaban ên Şirnexê, navçeya Qulpê ya Dîyarbekirê û navçeya Pervariyê ya Sêrtê hişyariya berfê ya tund ku ji saetên serê sibê pê ve dest pê dike da. Berf, ku tê texmînkirin heta sibeha Şemiyê bidome, tê pêşbînîkirin ku li deverên bilindtir bigihîje 20 santîmetreyan an jî zêdetir. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.