Meteorolojiyê li seranserê welat ji ber barana zêde, bahoz û aşîtê hişyarî da
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ragihand ku li seranserê welat hewa pir ewrî û baranî dê hebe. Ji bo gelek parêzgehan hişyariya baran û tofanê ya bihêz hatiye dayîn, her wiha bal kişandiye ser talûkeyên qeşa, aşît û berfê.
Li gorî nirxandinên dawî yên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, li seranserê welat hewa bi piranî ewrî û barana demkî tê texmînkirin.
Daîreya Meteorolojiyê ji welatiyan xwest ku li hember talûkeyên lehiyê, girtina avê, astengiyên veguhastinê, zirara banî, darên ketî û şepeyan ji ber barana zêde û bayên bihêz baldar bin û tedbîran bigirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.