
Mewlûda Nebî li Dîyarbekirê di nav coş beşê de dest pê kir
Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Dîyarbekirê di Qada Newrozê de bi temaya “Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed” bernameya Mewlûda Nebî tê tertîpkirin û ew bername dest pê kir.
Bernameya ku bi temaya “Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed” hat tertîpkirin di seat 13.30an de bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.
Gelek evîndarên Pêxember di seatên serê sibehê de qada Newrozê tijî kirin.
Ji derveyê welat jî alim, rîspî, temsîlkarên sîyasî û STKyan beşdarî bernameyê bûn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu jî beşdaîr bernameyê bû Mewlûdê di nêz de dişopîne. Yapicioglu çû platforma ku ji bo mêvana hatibû amadekirin û hemû mêvanan pêşwazî kir.
Di meydanê de posterên şehîdên Filistîn û Dîyarbekirê hatin daleqandin
Di meydanê de posterên şehîdên Filistînê wek Fermandarê Giştî yê Tûgayên Qessam Muhammed Deîf, Serokê HAMASê Îsmaîl Henîyye û Yahya Sînwar û Berdevkê Serîyyeyên Qudsê Ebû Hamza hatin daleqandin. Xeyn ji şehîdên Filistînê posterên şehîdên Dîyarbekirê jî wek Yasîn Boru, Rîyad Guneş, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak, Turan Yavaş û Cumalî Guneş jî di meydanê de hatin daleqandin.
Di destê mêvanên Evîndarên Pêxember de alên Tewhîdê û Filistînê hene, tim û tim ji bo Hezretî Muhammed re selat û selaman tînin.
Bernameya Mewlûda Nebî jî hat diyarkirin
Bername ji teref Emîn Gulsever û Fatîh Taş ve tê pêşwazîkirin.
Navdar Qarî Sangar Birêz jî ku ji Herêm Kurdistana Başûr e Qurana Pîroz xwend û bername berdewam kir.
Li gorî agahîyên ku ji Weqfê hatine bidestxistin ew ê bername ewakî berdewam bike:
13.30: Vekirin, Pêşkêşkirin û Dawet
13.35: Mewlûda Şerîf
13.47: Xwedina Qurana Pîroz (Qarî Senger Sayinê Kurdistana Başûr)
13.59: Pêşkêşkirina mêvanan
14.05: Îlahî û Merş
14.18: Peyama Weqfa Evîndarên Pêxember (Endamê Sazîya Bireveberîya Weqfa Evîndarên Pêxember Omer Çelîk)
14.27: Îlahî û Merş (Hûnermendên Ajansa Ozlemê)
14.39: Axavtin – Merwan Ebû Asim (Serokê Komîsyona Yekîtîya Alimên Cîhanê ya Filistînê û Parlamenterê HAMASê)
15.00: Îlahî û Merş
15.13: Axavtin- Mehmed Goktaş (Serokê Rûmet ê Weqfa Evîndarên Pêxemer)
15.35: Îlahî û Merş (Hûnermendên Ajansa Ozlemê)
13.54: Dûa - Mele Recaî Guler (Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê)
16.00: Girtin (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.