Meymûn tola hevalê xwe yê kuştî hildihînin

Meymûn tola hevalê xwe yê kuştî hildihînin

ewlêr, 31 Adar (AKnews) – Dema meymûnek ji ber rûdaneke trafîkê li Çînê tê kuştin, hevalên wî hemû li dorê kom dibin û bergiriya termê wî dikin.

Li gor rojnameya China Daily, di hefteya borî de li Çînê otomobîleke xizmetguzariyê di bûyereke trafîkê de pê li meymûneke ji cureyê Macak kir û di encamê de ew kuşt.

Rojname diyar dike ku keriyê meymûnan li dora termê hevalê xwe yê kuştî ko dibin û wî diparêzin heta polîs tên cihê bûyerê.

Her wiha dema hinek otomobîlên weku otomobîla trafîk kirî tên êrişê dikin .

Di vê barê de, Berpirsê Rêveberiya Jiyana Bejî li Çînê got, “Meymûnên Macak ajeline civakî ne û hestên xwe derdibirin bi şêweyekî nêzî mirovan û bi taybet dema windakirina endamekî ji malbata xwe.”

hr (AKnews)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler