Minîbusa karkerên tekstîlê yên Çinarî û otomobîlekê qeza kir: 20 kes birîndar bûn
Li Diyarbekirê di 2 qezayên cuda de ku minîbusa karkerên tekstîlê hildigirt û otomobîleke ku piştî bihîstina nûçeya qezayê diçû cihê bûyerê tê de bûn, 20 kes birîndar bûn.
Li gundê Qankirt ya ser bi navçeya Rezan (Bağlar), minîbusa ku karkerên tekstîlê hildigirt a gundê Êxliya qeza kir. Ji gundê Êxliya ya ser bi navçeya Çinarê jî otomobîla ku xizmên wan ên nûçeya qezayê bihîstibûn hildigirt di hatin cihê qezayê wan jî qeza kir. Di herdû qezayên trafîkê yên cuda de 20 kes birîndar bûn.
Piştî qezayê gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin û birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên li Diyarbekirê.







Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.