Mînîbusa ku xwendekaran di nav de bûn qelibî: 14 kes birîndar bûn
Mînîbuseke geştyarî ku xwendekaran ji Semsûrê ber bi Meletiyê ve dibir, di rêya vegerê de li wesayîteke bazirganî ya sivik qelibî. Di encamê de yek jê giran 14 kes birîndar bûn.
Qeza, li herêma Karapinarê ya ser rêya Meletî-Golbaşîyê qewimî.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, mînîbusa rêwiyan a bi plaqeya 02 AFS 117 ya ku xwendekaran ji navçeya Kahta ya Semsûrê dibir navçeya Darendeya Meletîyê, li wesayîta bazirganî ya sivik a bi plaqeya 28 AZ 683 qelibî.
Ji ber tsîra lêdanê, mînîbus wergeriya û li ser kêlekê qelibî.
Di encama qezayê de bi tevahî 14 kes, ku 13 ji wan xwendekar bûn, birîndar bûn. Hinek ji birîndaran di mînîbusê de asê man.
Piştî xeberdayînê, ji herêmê re gelek ekîbên tenduristiyê û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar ên di wesayîtê de asê mabûn ji teref ekîbên îtfaîyeyê ve hatin rizgarkirin û teslîmî ekîbên tenduristiyê hatin kirin.
Piştî ku li cihê bûyerê alîkariya yekem hat kirin, mirovên birîndar ji nexweşxaneyên cuda yên bajêr re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.