Minîbusek ku karkerên çandiniyê ji Rihayê dibir ket kortalê: 3 kes mirin û 18 kes birîndar bûn
Li navçeya Suşehrî ya Sêwasê mînîbusek ku karkerên çandiniyê ji Rihayê ber bi Orduyê ve diçû, ji zinaran ket xwarê. Di encamê de 3 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, mînîbusek ji Rihayê diçû û karkerên çandiniyê dibir, li nêzî Geliyê Geminbeliyê li herêma Şarköy a navçeya Suşehrî ya Sêwasê kontrola xwe winda kir û ket nav geliyekê.
Piştî agahdariya qezayê, tîmên tenduristiyê, cenderme, agirkujiyê û AFADê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Raportên destpêkê nîşan didin ku sê kes mirine û 18 kesên din jî birîndar bûne, ku çar ji wan bi giranî ne.
Birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyên giştî yên navçeyên Suşehrî û Zarayê. Walîtiya Sêwasê daxuyaniyek weşand: "Em sersaxiyê ji malbatên welatiyên xwe yên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dane re dixwazin û ji welatiyên birîndar re başbûnek bilez dixwazin."
Lêpirsînek berfireh li ser qezayê dest pê kiriye.
Dengê Xana Axpar
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.