MSB: Di balafira ku li Gurcistanê ket xwarê de 20 personel hebûn

MSB: Di balafira ku li Gurcistanê ket xwarê de 20 personel hebûn

Balafireke barhilgir a leşkerî ku ji Azerbaycanê ber bi Tirkiyeyê ve diçû li Gurcistanê ket xwarê. Wezareta Parastina Neteweyî di daxuyaniyekê de ragihand ku 20 personel di balafirê de bûn.

Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) ragihand ku balafireke barhilgir a C130 ku ji Azerbaycanê ber bi Tirkiyeyê ve diçû li Gurcistanê ket û got, "Balafireke barhilgir a C130 ku ji Azerbaycanê ber bi welatê me ve diçû li Gurcistanê ket. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi hevrêziya rayedarên Gurcistanê dest pê kirine. Bîst personel, tevî ekîba firînê, di balafira ketî de bûn. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin. Ev yek bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin." (ÎLKHA)


HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.