Nasnameya kesên ku di qezaya trafîkê ya li Meletiyê de canê xwe ji dest dan eşkere bû

Nasnameya kesên ku di qezaya trafîkê ya li Meletiyê de canê xwe ji dest dan eşkere bû

Nasnameya sê kesên ku di qezaya trafîkê ya li navçeya Doganşehirê de canê xwe ji dest dan eşkere bû.

Nasname û temenê kesên ku di qezaya trafîkê ya li ser rêya Meletî-Semsûrê ya nêzîkî taxa Erkenekê ya navçeya Doganşehirê de mirine, hatin diyarkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di qezaya ku ji ber lihevketina rasterast a di navbera wesayîta bi plaqeya 02 ACF 465 a ku ji hêla H.E.T. (21) ve dihat ajotin û qamyona bi plaqeya 33 AJE 117 a ku ji hêla Z. Ç. (44) ve dihat ajotin de çêbûye, 3 kesên di otomobîlê de li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan.

Ekîbên AFADê bi zehmetiyek mezin karîbûn cenazeyên du kesên ku canê xwe ji dest dabûn ji wesayîta hilweşiyayî derxînin.

Di xebatên tespîtkirina nasnameyan de, hat hînbûn ku kesên ku di qezayê de canê xwe ji dest dane şofêrê wesayîtê H.E.T. û rêwiyên wî K.C.Ş. (19) û F.K. (19) in .

Hat hînbûn ku hersê ciwanên ku canê xwe ji dest dane, niştecihên navçeya Golbaşi ya li Semsûrê bûn.

Li gorî agahiyan, ajokarê qamyonê Z.Ç. ku di qezayê de birîndar bû, hêna jî li nexweşxaneyê tê dermankirin, lê cenazeyê kesên ku canê xwe ji dest dane ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şehîd Esra Kose Başaran a Doganşehîrê.

Lêpirsîna qezayê berdewam dike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.